Inhalt anspringen

Pressemeldung – 02.04.2020

Pakêta-Parestina Civakî

Ji bo Corona di 02.04.2020 hate nuhkirin: ji bo parestina xelkê di hêla civakî û abûrî de Pakêta Aîkariya Civakî ji hêla Hekometa Fedral ve hat amade kirin. Tevî tiştên din jî gereke awlahiya sereke ya li gor Pirtûka Zagona Civakî ( SGB II) demkî were hêsan kirin.

Pakêta-Parestina Civakî

Pêwîste sûd e ( feyde ye) pêdiviya li gor SGB II bi awakî lezgîn û bêyî karê bîrokratik bighên xelkê. Piştî guhertina zagonan pêwîste û bi taybet kesên ku nikaribin piştî bandora kirîza abûrî ya COVID-19 xwe bi xwe îdare bikin yan jî hatina wan ne gerentî be, di karin ji Pakêta Parestina Civakî sûdê werbigrin, hemî kesên di dema kirîza Corona de karên serbixwe kar dikim (Selbständig) yan jî yên hatina wan hindike be fêdê bigirin, mîna:

 

·          Karên Serbixwe ( bi tenê bin yan jî firmên biçûk bin)

·         Xwedanê/a Kar

·         Kesên ku alîkariyên din ji dewletê digirin yên ku alîkariya wan têra wan nake( mîna kesên hindikî kar dikin yan jî betalin, Arbeitslosengeld1)

Guhertinên pêwîst ku hatine kirin ev in:

 

Wenn Heger we ji dema di navbera 01.03.2020 hetanî bi 03.06.2020 li gor SGB II daxwaznama nû ( Neuantrag) xwestibe,  hûn dikarin malê xwe (Serma ya xwe) di her şeş mehên pêşî de xerc nekin, heger ev serma ne zêdeyî hedê ( asta) wê bê, ev ast wê demkî were zêde kirin.
Heger hûn ji dema 01.03.2020 hetanî bi 30.06.2020 xwesteknameya nû pêşkêş bikin, heqê kiriya we û mesrûfa we ya germiyê ( Heizung) jî wê şeş mehan ji dewletê were.
Heger alîkarî ji we re hat û arê kirina wê di navbera dema 01.03.2020 û 30.06.2020 de diqedê, em dê bi xwe erê kirinê ji te we re dirêj bikn, pêwîst nake bi xwe carek din daxwaznamê pêşkêş bikî

Erêkirina Alîkariyê

Agahîyên jibo daxwazên nû

Heger hun bixwazin daxwaznameyek nû ji bo Meaş li gor SGB|| pêşkêş bikin, telefonî me bikin yan jî Mail ji me re bişînin ( em dê herî derng wê rojê yan roja din bersiva we bidin) û bi we re xeber bidin. Ne pêwiste hun bi xwe werin cem me, her tiştê gerek wê bi rê ya postê ji te re bê û bi rê ya telefonê du caran bi zelalî bi te re were xeber ban, gelek pêwîste ku em bi rêya alavên peywendiyan yên ku we dane me bighin we, bi taybet têkiliyên bi rêya telefonê yên ji bo şêwirmendiyê pirr pêwîstin, piltguh nekin, hêvîdarin hun amade bibin.

Ji bo Pakêta Parestina Civakî forma daxwaznamê gelekî hêsan kirine, ji kerema xwe re tenê agahiyên ku hatina rêzkirin bi kar bînin û daxwaznamê bişînin. Neha xizmetên Bîro ya kar li Jobcenter ê Wuppertal ne dixizmetê de ne.

Agahiyên ji bo berdewamiya erêkirinê

Dema erê kirina te, di navbera 31.03.2020 û 30.06.2020 de, bi dawî bibe, hun nemecbûrin erêkirinek din pêşkêş bikin, ya kevin wê berdewm bike, wê bersiva erêkirinê ji we re were.

Heger tu guhertin ji hêla rewşa we ve çê bûn yên kesayetî yan jî abûrî ji kerema xwe re zû me jê agehdar bikin, telefon bikin yan jî nameyekê bi şînin.

Agahiyén ji bo rewşek awerte

Heke hûn di rewşek xerab û awerte de de ne, ji kerema xwe ji me re telefon bikin. Em ê ji bo we çareseriyek bibînin. Ger hewce be, hevpeyivînek kesane ya kurt a li Navendê ji bo peyda bikin.

Em hêvîdikin di malên xwe de bimînin!

Dem: 20.03.2020, Seat 9: Banga Şêwirmenda Fedral (Bundeskanzlerin) gelekî lezgîn bû: „ Rewş gelegî xerabe! Hun jî cidî bigrin! Hêvîdarin di mal de bimîn in” Em jî weku Jobcenter xwe tevî vê bangê dikin. Em di rewşek awerte de ne. Tendusstiya xelkê bi piraniya hezaran di metrsiyê de ye. Her yek ji me, weku yek ji vê civakê bi barê xwe rabe da em vê felaketê rawestîinin.

Jobcenter yê Wuppertal vê rewşê bi berpirsiyarî digre, kar û barê xwe diguherîne, da ku hun her tiştê xwe ji malê karibin biqedînin. Me hemî hatinên li cem xwe betal kirin, wisa hun xwe û yên din jî nakin metrsiyê, da ku hun li wesayita siwar nebin, li ciya negerin û tikiliyên nepêwîst bi kesî re çênekin.

Kamendên xwe jî em dixwazin biparêzin. Hemî karmendên Jobcenter ji malê karê xwe dikin û ji bo we amade ne. Heger ciyê karê me ji bo hatina xeleké girtî be jî, lê karê me nerawestiye ye, tenê ji bo vê rewşa awerte me tedbîrên xwe girtine, da ku tendurstiya we û karmendên xwe biparêzin.

Berpirsiyariye me ya herî pêşîn ew e meaşê we li gor SGB II weku berê bighînin we!

Li jêr hunê agahiyên herî pêwîst û bersivên hemî pirsê xwe bibînin

Ihre Kontaktmöglichkeiten

E-Mail

Ji kerema xwe, hemî Belgeyan , delîl an nameyên xwe ku mimkun be di rêya E-Mail re bişînin, ji kerema xwe navnîşana E-Mail ya Navenda giştî bikar bînin( li jêrî binere) ne navnîşana-Mail a kesê berpirsiyarê xwe bikar bînin. Di rewşa nexweşîna karmendan de ev belge wê neyên bikar anînin. Hun dikarin bi rêya Mobaila xwe wênekî tiştê we şandî weku belge bigrin, ji kerema xwe re hayî jê hebin bila tiştên hun bişînin diyar bin û werin xwendin. Makîna me ya elktronîk ya xwendina belgeyan tenê PDF û JPEG dixwîne, ji bo kar dereng nekeve bi van forman ji me re bişînin. Hunê li vir dikarin gelek belgeyên ku hun amade bikin, dagrin û ji me re bişînin bibînin

Hier finden Sie die E-Mail-Adresse und Service-Hotline Ihrer Geschäftsstelle

Post
Bê goman hun dikarin her belgê bi rêya postê jî ji me re bişînin yan jî bi xwe bikin Kodike posta Navenda kar. Em hêvîdikn, tenê tiştên hun nikaribin bi rêya E-Mail bişînin vê rê bikar bînin. Karkirina posta li ser kaxzê wê ne wek ya di rê ya E-Mail (digital) re zû were bikanîn ji ber ew gereke werin sikenin kirin û wê dewam bikê. Em hêvîdarin ku hun bipejirînin, em êdî nema posta bi dest digirin, ji ber tedurstiya we û awlahiya karmendên me, em têkiliyên nepêwîst naxwazin.

Peywendiyên bi Telefonê

Em hertim bi rêya Telefonê di xizmeta we de ne, her şêwirmendî, yan çi tiştê berê we bi desta dida me heger- li ciyê hevdîtinê, yan belgeyek nû yan jî ji bo kar- em dikarin bi rêya Telefonê çareser bikin, me wextên telefonên xwe weku berê hiştine, hun dikarin di dema karê Bîro yan de, ango ji Duşmê heta bi Çarşemê dinavbera seat 8:30- 16 an de, rojên Pêncşeman hetanî seat 17:30 û rojên Înê hetanî 12:30 li me bigerin.

Nemra telefona kesê berbirsê we hunê li vir bibînin.

Heger em ji ber pirbûna peywendiyên telefonan nikaribin di cî de bersiva we bidin dê herî dereng roja din li we bigerin, bi me bawer bin.

Hun dikarin bi rêya vê Nemra Hotline li me bigerin: 0202-747630.

Karê Integrasiyonê

Jiyana giştî li Elmanyayê bi giranî hatiya asteng kirin û li hin deveran jî rawestiye ye. Dibistan û Gulîstanên Zarokan girtî ne, hemû komcivîn hatine betal kirin û gelek firotgeh, xwaringeh û dezgehên vehisînp girtî ne.

Ji bo hevdîtinên şêwirmendiya peydabûna kar her der girtîne. Me pir hevdîtinên bi me re betal kirin, heger hîn jî bi Navenda kar( Jobcenter) re an jî digel aliyên din tu serdanek we hebe, hûn nemecbûrin herin. Serlêdana we, wê ju xwe ve were betal kirin.

Heger tu pêwistiya we bi serlêdanek şêwirmendiyê hebe, bi me re têkevin têkiliyê, em dê bikêfxweşî ji bo hemî pirsên we di derbarê kar û pîş de alîkariya we bikin.

Derfetén peydabûna kar

Naha ti pilansazî û ti rêbazên kar û derfetên kar nînin in. Bi rêya telefonê di karin xwe bighînin hemî aliyên berpirspn kar, heger pêwis be bi kêfxweş dê alîkariya te bikin.

Li vir ji bo we ti zirar nîne!

Peymanên yekgirtî

Heke di dema neha de lihevkirinek yekgirtî ya we nebe, gerek nake hun xema ji xwe re çêkin.ne peydabûna lihevkirinek yekgirtî ne şertek e ku peré we nedin we. Berpirsé we yê entegrasyonê bi qasî ku hûn peymanek nû ya yekbûnê bihewce bin dê bi we re têkiliyê daynin.

Em dê Telefonî we bikin!

Di rojên pêş de em dê bi rêya telefonê yan jî nivîskî bi we re bikevin têkiliyê.

 Em dê li ser rewşa nuh agahiyan bidin we, em dê alavên têkiliyan parve bikin da ku em bikaribin herdem li ser rewşa nuh bi hev re têkildarbin.

Hatina Perê we gerentiya!

 

Erläuterungen und Hinweise

Bildnachweise

  • Stadt Wuppertal
  • Stadt Wuppertal
  • Stadt Wuppertal
  • Stadt Wuppertal
  • Stadt Wuppertal
  • Stadt Wuppertal
  • pixabay.com
  • Jobcenter Wuppertal
  • pixabay.com
  • Jobcenter Wuppertal
  • Jobcenter Wuppertal
  • pixabay.com
  • pixabay.com

Durch die Nutzung dieser Website erklären Sie sich damit einverstanden, dass diese Seite Cookies verwendet.

Datenschutzerklärung DSGVO
Seite teilen